Li Efxenistanê di erdhejan de 2 hezar û 53 kesan canê xwe ji dest dan

Ji ber erdheja ku li bajarê Herata Efxenistanê di mezinahîya 6,3yan de pêk hat hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 2 hezar û 53 kesan.

Li gorî Navenda Lêgerîn û Jeolojîk a Emrîqayê, li rojavayê Efxenistanê, daxuyandibû ku li bajara Heratê pey li hev di mezinahîya 6,3, 5,5, 4,7, 6,3, 5,9, 4,6 û 4,8 de dûre jî di mezinahîya 4,9an de gelek erdhej pêk hatibûn.

Wezareta Dewlet a Mesûlê Ji Afetan yê Efxenistanê, daxuyand ku ji ber erdhejê hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 2 hezar û 53 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 9 hezar û 240 kesan.

Wezaret, daxuyand ku hezar û 329 xanî xera bûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"