Li Efxenistanê li pey hev di mezinahîya 6,3 û 5an de du erdhej pêk hatin

Li wîlayeta Herata Efxenistanê li pey hev di mezinahîya 6,3 û 5an de du erhejên nû pêk hatin.

Li gorî seatên mehellî di seat 05.11an de di mezinahîya 6,3yan de erdheja ewil pêk hat. 11 deqîqe piştî ev erdhejê jî di mezinahîya 5an de erdhejeke dinê pêk hat.

Hat îfadekirin ku herdu erdhej jî 10 kîlometre di bin erdê de pêk hatine.

Li wîlayeta Herata Efxenistanê di 7ê Cotmehê de di mezinahîya 6,3, 5,5, 6,3 û 5,9an de çar erdhej pêk hatibûn.

Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, daxuyandibû ku di encama erdheja ku di seat 11.00an de pêk hatibûn de nêzê 2 hezar û 500 kesan wefat kiribûn, bi hezaran mirov jî birîndar bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno