Li Êlihê 4 gumanbar ji tiryakê hatin girtin

Li Êlihê xebatên li dijî tiryakfiroşan tên kirin dewam dike. Di encama xebatan de 4 kesên ku tiryak li ser wan hat dîtin hatin girtin.

Li gor agahiya ji tetref Midûryeta Ewlehiya Êlihê ve hat kirin de hat diyarkirin ku di encama qontrolên hatin kirin de 4 kesên ku tiryak li ser wan hatin dîtin hatin girtin.

Di beyanatê ji tetref Midûryeta Ewlehiya Êlihê ve hat kirin de hat destnîşankirin ku li taxa Aydinlikevlerê di kafeyek înternetê de lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînan de li ser 3 kesan bi tevahî 8 gram madeya narkotikê û giramek madeya metamfetamîn hat bidestxistin.   

3 kesên hatin girtin piştî muameleyên wan yên li Midûryeta Ewlehiya Êlihê hatin temam kirin, sewqî dadgehê hatin kirin.

Herweha li derdora Esentepeyê li nav daran ji hal û hereketên şexsekî guman hat girtin û li ser wî lêgerîn hat kirin. Di encama lêgerînê de 4 gram madeya tiryak û esrar hat ditin û kesê şikdar hat binçav kirin. Piştî muameleyên wî yên li Midûryeta Ewlehiya Êlihê hatin temam kirin, sewqî meqamên edlî hat kirin.

ÎLKHA



İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin