Li Êlihê 5 kes ji ber gazê jehrî bûn

Li Êlihê 5 kesên ku ji ber gaza ku ji eksoza jeneratora ku di bîrê de bû jehrî bûn, ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Bûyer li gundê Bimere ya navçeya Beşîrî ya Êlihê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin kesekî ku li gund di bîrê de dixebitî ji ber gaza ku ji eksona jeneratorê derket jehrî bûn. 4 gundiyên ku rewş ferq kirin û ji bo kesê bêhiş xilas bikin daketin binê bîrê jî ji ber gazê jehrî bûn.

Li ser xeberdayînê ji herêmê re ekîbên AFAD, ekîba Lêgerîn û Xelaskirinê ya Midûriyeta Îtfaiye ya Şaredariya Êlihê, ekîbên tenduristiyê û cendirme hatin sewqkirin.

5 gundiyên bi navê Tarik Ç, Mehmet G, Ugur G, Huseyîn G û Murat G. yên ku bi alîkariya rayedar û welatiyan ji bîrê hatin derxistin, piştî alîkariya ewil bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê û hatin dermankirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno