Li Êlih'ê di êrîşa teqemenîya destekar de kesek mir

Li navenda Êlih'ê di encama êrîşa bi teqemenî ya ku li ser malêkî ku ji teref kesên nasnameyên wan nedîyar e ve hat kirin de kesek jiyana xwe ji dest da.

Bûyer, li Mehela Hîlal pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, Î.K.'yê 50 salî yê ku di berbana mala xwe de rûniştî bû, ji teref kesên ku nasnameyên wan nedîyare dûçarî êrîşa teqemenîya destekar bû.

Li ser xeberdayînê pir ekîbên polîs û tendirustiyê hatin sewqkirin cihê bûyerê. Kesê ku dûçarî êrîşe bûbû û giran birîndar bûbû hat rakirin Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehîyê ya Êlih'ê lê digel temamê midaxeleyan jî jiyana xwe ji dest da. Cenazeya kesê mirî ji bo otopsîyê hat rakirin morg ê.

Hat diyarkirin ku ji bo girtina kes yan jî kesên ku piştî êrîşê revîyane tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)

,

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye