Li Êlihê hedîseya diziyê

Li Êlihê kes/kesên ku têketin pirtûkxaneyê hinek eşyayan piştî ku dizîn ji holê winda bûn.

Li Êliha ku hema hema her roj dizî çêdibe dîsa kes/kesên ku têketin pirtûkxaneyê hinek eşyayan piştî ku dizîn ji holê winda bûn.

Deriya pirtûkxaneya aîdê M. Alî Arslan ya ku li Bulwara Cumhuriyetê ya Qada Mahalleyê ji teref kes/kesên ku nasnameyên wan nediyar in ve hat şikandin.

Kes/kesên ku têketine hindir kumpîtirek, gelek qartên hafizayê û bataryayên telefonê dizîn. Kesên xwedî dikan piştî ku hedîseya diziyê dîtin û polêsan agahdar kirin wiha axivîn: “Dema em serê sibê hatin serê kar me dît ku derî bi zorî hatiye vekirin. Em polêsan ji vê yekê agahdar kir. Ji bo ku ev hedîseya diziyê were zelalkirin tîmên tehqîqatê li ber derî şûna tiliyan girtin. Ji teref dizan ve kumpîtirek, gelek qartên hafizayê û bataryayên telefonê hat dizîn.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye