Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin

Kermesa xêrxwaziyê ya ku ji hêla Karwana Hêvîyê ve li Êlihê ji bo piştgiriya malbatên feqîr û bêkes tê lidarxistin, ew ê ji 21-25ê Cotmehê ji bo gel vekirî be.

Di kermesê de xwarinên ku ji hêla dilxwazan ve hatine amadekirin, her weha cil, pêlav û cûrbecûr berhemên din ên ji bo firotanê têne pêşkêş kirin.

Komeleya Karwana Hêvîyê ya Êlihê, ku bi hewldanên xwe yên alîkariyê ji bo malbatên feqîr ên li Êlihê tê nasîn, ji bona ku hêviyê bîne malbatên feqîr û sêwî bi piştgiriya xêrxwazan kermesek xêrxwaziyê li dar xist.

Kermesa xêrxwaziyê ya kevneşopî ya bi navê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêviyê" li kêleka Parqa Ataturk hate vekirin.

Kermesa xêrxwaziyê, ku ew ê ji saet 10:00 sibehê heta 20:00 êvarê vekirî be, armanc dike ku bi dahata wê piştgiriyê bide malbatên hewcedar. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin