Li Êlihê “Komxebata Nimêjê” dest pê kir

Komxebata Nimêjê ya ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve tê tertîpkirin bi beşdarbûna gelek akademîsyen, alim, nivîskar, îlahîyatnas û lêkolîneran dest pê kir.

Bername di seat 10.00an de bi temaya “Jiyana Bi Nimêjê Xweş e” li Navenda Çandê ya li Êlihê dest pê kir.

Di destpêka bernameyê de Qurana Kerîm hat xwendin û dû re ji teref Mehmet Beşîr Şîmşekê ku Serokê Platforma Nesla Quranê ye ve li ser navê komeleyê axavtinek hat kirin.

Şîmşek di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemmîyeta nimêjê ya ji bo însên û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Her ku diçe însan û civaka me ji jiyan, exlaq û terbîyeya Îslamî tê dûrxistin. Nesla nû û ciwanên me her ku diçin dikevin nava heram û îsyanan. Ji ber vê yekê em wek ferd, malbat û civakê di nava êş û elemê de ne. Heta ku nesleke ku xwedî jiyana Îslamî neyê perwerde kirin pêşîya tiştên xirab ên di nav civatê de nikare bê girtin.”

Komxebata ku rayedarên HUDA PARê jî beşdarî bûn berdewam dike.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe