Li Êlihê Platforma Evîndarên Pêxember bernameya pîrozbahiyê tertîp kir

ÊLIH - Ji teref Koordînatoriya Platforma Evîndarên Pêxember a Êlihê ve bernameya pîrozbahiyê hat tertîpkirin, bername digel tekbîr û selawatan û her wiha bi eleqeyeke mezin hat îdrakkirin.

Bername piştî nimêja esrê li Parka Aram Tîgranê hat tertîpkirin û xelk ji bernameya ku hat tertîpkirin re eleqeyeke mezin  nîşan da. Di dema bernamê de bênavber tekbîr û selewat hatin anîn û Mislimanên ku tevlî bernameyê bûn eydên hev pîroz kirin.

Ji bilî Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, gelek partiyî, alim , rîspî û endam û dildarên komaleyan jî beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn.

Piştî pîrozbahiyê Berdevkê Koordînatoriya Êlihê yê Platforma Evîndarên Pêxember Mela Beşîr Şîmşek Eyda Qurbanê ya temamê Alema Îslamî pîroz kir û destnîşan kir Xweda Teala vê eydê bike wesîleya yekîtî,îttîfak û hezkirina Mislimanan.(ÎLKHA)













 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vera problemê bêkarîye vengdaîşê viraştiş u istixdamî
"Parastina mafên mirovan sûc nîne"
Li Dîyarbekirê 48 hezar û 579 esrara kenewîr hatin îmhakirin
Ew ê beşdarî Kongreya Bajarê Dîyarbekirê bibe
Banga civîneke çapemeniyê ya girseyî hat kirin