Li Êlihê tankera sotemenîyê ket nav kerîyê pez: Herî kêm 70 mêşin telef bûn

Li alîyê Sê Rêya Heskîfa Êlihê, tankera sotemenîyê ket nav kerîyê pez. Herî kêm 70 mêşin telef bûn.

Qeza, di derdorê seat 20.30yan de, li ser rêya Sê Rêya Heskîfa Êlihê qewimî.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, kerîya pez a aîdê welatîyên ku ji zozanê vedigerin e, di seatên êvarê de dema ku li ser rê diçin tankera sotemenîyê a bi plaqeya 72 AAJ 061ê ket nav kerîyê.

Di encama qezayê de ji 70 zêdetir mêşin telef bûn, cenderme li cihê bûyerê lêgerînan kir.

Rêya ku ji ber qezayê hatibû girtin dûre ji çûndin û hatinê re vebû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn