Li Emrîka Êrîşa Çekdarî

Li Kalîforniya eyaleta Emrîkayê, kesekî çekdar êrîş bir ser hinek kesan. Ewilî agir bi malekê xist.

Li Kalîforniya eyaleta Emrîkayê, kesekî çekdar êrîş bir ser hinek kesan. Ewilî agir bi malekê xist. Dûre jî li rast û çepê xwe reşand. Di şewatê de 3 kesan can dan. Di kuçê de jî bi gulleyan 3 kes hatin kuştin. 6 kesên birîndar rakirin nexweşxanê. Polîsan midaxela hadîseyê kir. Di hadîseyê de êrîşker birîndar bû. Li nexweşxanê mir. Hadîse nêzî merkeza sihhetê ya Ronald Reaganê qewimî.

Li aliyê din eşkere bû ku saziya ewlehiya mîllî ya Emrîka ENESEYyê, telefonên bi deh milyon welatiyên Emrîka guhdarî kirine. Serekdewletê Emrîka Barak Obama, di çalakiyekê de diyar kir ku, xeberdanên telefonan yên navwelêt, trafîka înternetê ya bikarhênerên Gogil, mîkrosoft û feysbokê tên teqîbkirin.  Obama midafaa şopandina van qeydên telefonan û trafîka înternetê ya navnetewîyê kir ku van tetbîqat ji bo asayîşa mîllî hewce ne. Xeber ji teref qezeta Gardiyana Îngîlîzî ve hat diyarkirin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin