Li Emrîkayê çalakîyên protestoyê belav dibin

NAVENDA NÛÇEYAN - Li Emrîka piştî ku du kesên reşik hatin kuştin re bûyer derketibûn ku ev bûyer belavî çend bajarên din jî bûn û bênavber didomin.

Piştî ku li Emrîka du kesên Afro-Emrîkayî ji teref polêsan ve hatin kuştin re  protesto dest pê kirin.Berî vê çend rojan di xwepêşanên protesto yên ku li Dallasê hatin tertîpkirin de 5 polês hatibûn kuştin.Piştî bûyera ku pêk hat re Serokê DYEyê Barack Obama vegeriya welatê xwe û ew ê digel lijneyeke asta bilind biçe Dallasa ku lê 5 polês hatin kuştin.

Di xwepêşanên ku li DYEyê hatin kirin de şidet û tundiya polêsan hat şermezarkirin  û bi hezaran kes beşdarî xwepêşanên ku dihatin lidarxistin bûn.Pêşander li Chîcagoyê rê ji trafîkê re girtin.Her wiha li Kalîforniyayê jî qelebalixeke girseyî tevlî xwepêşanan bûn.

Di xwepêşanên ku hatin tertîpkirin de gelek kes hatin binçavkirin.Di nava kesên ku hatine binçavkirin de Serokê Hereketa ‘Jiyana Reşikan Girîng e/ Black Lives Matter’ aktîvîst DeRay Mckesson jî heye.Hat ragihandin aktîvîst DeRay Mckesson li bajêra Baton Rougeya ku girêdayê  eyaleta Louisianayê hatiye binçavkirin.

Obama diçe Dallasê

Serokê DYEyê Barack Obama ew ê îro biçe Dallasê û ew ê beşdarî merasîma ku ew ê ji bo polêsan bê tertîpkirin bibe.Tê diyarkirin ew ê  Obama di merasîmê de axavtineke bike û ew ê malbata kesên ku di bûyeran de jiyana xwe ji dest dane ziyaret bike.(ÎLKHA)

 










 

 



 

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye