Li Emrîqayê êrîş li şahîya pîrebokan hat kirin: Mirîyek û 6 birîndar

Li wîlayeta Kansas a Emrîqayê di êrîşa çekdarî ya li dijî xwendekarên ku ji bo şahiya pîrebokan li malekê kom bûbûn hat kirin, kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li herêma Turneraya wîlayeta Kansasê li malekê qewimî.

Li gorî medyaya herêmî, di navbera 70 û 100 xwendekarên lîseyê de dema ku Şahiya Pîrebokan dikirin, kesên ku nehatibûn gazîkirin ketin malê. Li ser vê yekê dema ku ji kesên destdirêjker hat xwestin ku ji partiyê derkevin nîqaş derket.

Ji ber ku nîqaş zêde bûn, kesên ku bê dawet hatibûn partîyê bi çekên xwe gulebaran kirin.

Di êrîşê de ciwanekî 17 salî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê di encama xebatên polîsan de şikdarek hat binçavkirin.

Polîs ji bo girtina şikdarên din ên ku reviyane dest bi xebatê kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye