Li Endonezyayê ji ber lehîyê hejmara mirîyan derket 150 kesan

Li parêzgeha Nusa Tengaraya Rojhilat a Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû.

Derbarê mijarê de ji teref Navenda Birêveberîya Afetê ya Neteweyî ya Endonezyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li parêzgeha Nusa Tengaraya Rojhilat a Endonezyayê ji ber barana zêde lehî rabû, ji ber lehîya ku rabû 150 kes mirin.

Tê diyarkirin ji ber lehîyê 40 kes winda bûn û 334 xanî jî zirar dîtin û bi hezaran kes ji warên xwe bûn.

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Meteoroloji ra xebara barano şidetın u fırtınay
Çima piştî paşîv û fitarê lênêrîna diranan girîng e?
Li navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, ji ber berfa zêde perwerde hat sekinandin
Li Pasûrê ekîbeke ji 165 kesan pêk tê li pey kalekî windabûyî digere
Li Çinarê di qezayeke trafîkê de 3 kes birîndar bûn