Li Enqerê 3 diz ketin malekê û 2 demançeyên birûxsat dizîn. Çawa haya polîs ji hedîseyê çêbû, hatin devera hedîseyê. Dizan bi demançeyan êrîşî polîsan kir û 3 polîs giran birîndar kirin.
Hedîse li mehela Altindağê pêk hat. Dema diz ketin malê, xwediyê malê hişyar bû û bi dizan re ket qirika hev. Li ser hatina polîsan jî, dizan êrîşî polîsan kir.
Li ser hedîseyê gelek ambulans, tîmên tenduristiyê û polîs sewkî devera bûyerê bûn. Polîsên birîndar rakirin nexweşxaneyan. Rewşa polîsên birîndar ciddîyeta xwe mihefeze dike.
Ji dizan yekî ku hê zarok e hat girtin, ji bo girtina herduyê din jî lêgerîn dewam dike.