Li Şahînbeya Entabê 70 hafizên ku li Entabê perwedehiya xwe ya hafiztiyê temam kirin bi meressîma ku hat tertîpkirin îcazeta hafiztiyê standin.
Merasîma îcazet dayînê li Navenda Kongre û Çandê ya Şehîdkamîl hat tertîpkirin. Pîsporê Xizmetên Dînî Davut Kaya, Miftiyê Bajêra Entabê Ahmet Çelîk, temsîlkarên STKyan û malbatên telebeyên hafiz û hafîze beşdarî merasîmê bûn.
“Ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e”
Miftiyê Bajêra Entabê Ahmet Çelîkê ku di bernam de axavtinek kir diyar kir xwendina Qur’anê û hafiztî ne karek e û ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Kitêba me Qur’an e. Em çi karî dikin ferq nake. Xwendina Qur’anê û hafiztî ne meslekek e. Ji Qur’anê re xizmet kirin ne meslekek e. Ji Qur’anê re xizmet kirin karê temamê Mislimanan e.”
Çelîk di berdewama axavtina xwe de wiha diyar kir: “Em îro dibêjin çima zarokên me û xortên me bi nasname û şexsiyeteke Îslamî mezin nabin? Mişkîleya me ya herî mezin ev e. Ger agahî û ilma tiştekî tunebe nasnameya wê jî çênabe. Ger ilma tiştekê neyê hînkirin fikra wê jî nikare bê hînkirin. Îro mişkîlkeya li welat û alema Îslamê tê kişandin ev e. Ger em dibêjin exlaqa Qur’anê divê em Qur’an Kerîm hîn bibin û ilma wê tedrîs bikin. Divê em wê hîn bibin û fêm bikin.”(ÎLKHA)