Li Entabê di bûyerên 6-8ê Cotmehê de têkiliya FETO-PKK

DÎLOK - Di derbareyê bûyerên 6-8ê Cotmehê ya ku 5 kesên li Entabê mirîbûn de idîaname hat amadekirin. Di idîanameyê de hat diyarkirin ku hinek bersûcên FETO-PKKyî yên ku têkiliyên wan bi hev re heye çekên bi kar anîne ji Kobanê hatiye anîn.

Di encama bangewaziya Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demîrtaş a di bûyerên 6-8ê Cotmehê de li Dîlokê 5 kesên mirîbûn û 39 kes birîndar bûbûn. Di idîanameya ku dergeqê 10 bersûcên têkiliya wan bi van bûyeran re heye hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku hinek bersûcên FETO-PKKyî yên ku têkiliyên wan bi hev re heye çekên bi kar anîne ji Kobanê hatiye anîn.

Di derbarê bûyerên 6-8ê Cotmehê ya ku li Dîlokê pêk hatibû û di encama van bûyeran de 5 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 39 kes brîndar bûbûn de ji teref Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve idîaname hat amadekirin. Di idîanameyê de hat diyarkirin ku tê daxwazkirin ku kesên beşdarê bûyerên li bajêr bûne bi binasiya xerakirina yekitî û tevahiya dewletê, endambûna ji rêxistina terorê ya çekdarî û zilamkûştina qestî werin cezakirin.

Di idîanameyê de hat diyarkirin ku Î.I. û M.I. piştî derbeya 17-25ê Berfanbarê bi wesîla mamosteyên zarokên xwe yên ku di dibistanên FETO de xwendine wek pere alîkarî li rêxistinê kirine, ji ber komeleya ku têkiliya wê bi FETO re heye û di nav damezrênerên TVya Dunyayê ya ku Kurdî weşan dikir de ew jî hebûne.

Her wiha di idîanameyê de hat destnîşankirin M.I, di nav kesên ku piştgirî dian PKKê de bûye û di heyama bûyeran de birîndar bûye. Dûvre ji bo tedawiya wî bi alîkariya endamên FETO çûye Akademiya Tiba Leşkerî ya Gulhaneyê (GATA). Ji teref Midûrtiya Şaxa Micadeleya Sûcên Organîze û Midûrtiya Ewlehiya Bajêr ve telefona Î.Iyê hatiye guhdarkirin. Di guhdariyê de hatiye tespîtkirin ku ew di bûyerên Kobanê de hevdîtinên girîng kiriye. Her wiha di idîanameyê de hat diyarkirin ku Î.I, ticareta tiryakê kiriye. (ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye