Li Entabê endamê tenduristîyê ji 15 cîhan hat kêrkirin

Kesekî li Nexweşxaneya Tetbîqkirin û Lêgerîna Şahînbey a Entabê, endamê tenduristîyê ji 15 cîhan kêr kir û wî giran birîndar kir.

Bûyer, di Nexweşxaneya Tetbîqkirin û Lêgerîna Şahînbey a Entabê de pêk hat.

Li gorî îddayan kesekî yê ku hat nexweşxaneyê, bi endamekî tenduristîyê ku bi hesaba di navbera wan de neyartî hebûye re nîqaş kirîye. Li ser mezinbûna nîqaşê wê mirovê, bi kêra ku bi xwe re anîtibû endamê tenduristîyê kêr kir.

Endamê tenduristîyê yê ku ji 15 cîhên cuda hat kêrkirin di nav gola xwînê de ma.

Mirovê êrîşdar, ji teref polêsê nexweşxaneyê ve hat binçavkirin.

Hat hînbûn ku rewşa endamê tendristîyê giran e û di heman nexweşxaneyê de hatîye emelîyatkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dirêjbûna perwerdehîya bi zorê pirsgirêkên cuda derdixe holê
6 mirî, 509 birîndar
Tirkîye seferên balafiran ji bo Kerkûkê da rawestandin
Li Kurdistana Başûr asta ava bendavan zêde bûye
Li Meletîyê 3 wesayît tevlî qezayê bûn: 6 birîndar