Li Entab’ê êrîşa çekdarî: 1 mirî 2 birîndar

Di encama êrîşa bi çek ku li Şahînbey’a Entab’ê li bufeyê ji teref kesên nedîyar ve hat kirin de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hat bidestxistin bûyer, li Mehela Perîlîkaya’yê girêdayî navçeyê qewimî. Umer Tamer û 2 hevalê xwe ku li bufeyê rûniştîbûn, bi kesên navnîşanên wan nedîyar ku hatin bufeyê li ser plaka taksîya stendibû niqaş kirin.

Şexsên ku dîtin polîs ji wir derbas dibe ji wir çûn û 2-3 se’etên din bi tivingê êrîşî bufeyê kirin.

Tamerê ku li ber bufeyê rûniştîbû ji ber birînên xwe yên laşê wî de çebû ket ‘erdê û 2 hevalên wî jî birîndar bûn.

Kesên birîndar piştî midexaleyên ewil ji teref ekîbên tendirustiyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê a Abdulkadîr Yuksel.

Tamer’ê ku li nexweşxaneyê de hatibû rakirin cihe çavdêriya awarte bi temamê midexaleyan jiyana xwe ji dest da, hat ragihandin ku tedawiyên 2 kesên ku hevalên wî bûn dewam dike.

Terma Tamer’ê, piştî muameleyên saziya tipa edlî hat teslîmkirin malbata wî, hat hînbûn ku di encama tehqîqeta ku derheqê bûyerê de hat destpêkirin de 5 kesên şikdar hat binçavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêyên gundan ên herêma Qerejdaxê ne di rewşa bikaranînê de ne
Çınar de 2 wesayiti pê dımi dıyê: 5 mırdey estê
5 kesan wefat kir 2 kes jî birîndar bûn
5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Baran tê, li bakur jî talûkeya aşîtê heye