Li Entabê mînîbûsek ket nav gelî: 15 birîndar

Mînîbûseke rêwîyan li ser rêya Entab-Semsûrê ji ber baranê ji kontrolê derket û kete nav gelî, di encamê de şofêr jî di nav de 15 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa çar birîndaran giran e.

Li navçeya Cîngîfe ya Entabê, di qezaya trafîkê de mînîbûsek rêwîyan kete çem.

Mînîbûsa bi plaqeya 02 D 0099 ku ji aliyê A.S. ve dihat ajotin û ji Semsûrê ber bi Entabê ve diçû, li herêma Karadagliyê ji ber barana zêde kontrola xwe winda kir û wergeriya.

Piştî ku mirovên qezayê dîtin xeberê şandin, ji herêmê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de bi tevî şofêr 15 kes birîndar bûn.

Piştî tedawîya ewil a li cîhê bûyerê mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hate ragihandin ku rewşa çar birîndaran giran e.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

1 kes merd 2 kesi zaf giran birindar biy
Xelata umreyê derket 10an
Li Diyarbekirê rê bûn wek golê
Li Diyarbekirê bi dehan namzed neketin ezmûna DHBTyê
Çolig de 96 hafize riza icazet merasimi vênino