Li Diyarbekirê bi dehan namzed neketin ezmûna DHBTyê
Li Diyarbekirê, merivên namzedên ku ji ber xebatên rê ji ezmûna (îmtîhana) DHBTyê re dereng man û nehatin wergirtinê, bertek nîşanî mexdûriyeta ku hat jiyîn dan.
Ji bo ezmûna DHBTyê ya ku îro di saet 10.15an de ji aliyê Serokatiya Pîvan, Hilbijartin û Cihkirinê (ÖSYM) ve hat lidarxistin, ji bilî Diyarbekirê ji bajarên derdorê yên wekî Çewlig, Êlih, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Mûş û Rihayê jî gelek namzed hatin bajêr.
Namzedên ku hewl didan bigihêjin Fakulteya Perwerdehiyê ya Ziya Gökalp a Zanîngeha Dîcleyê ya ku wek navenda ezmûnê hatibû diyar kirin, ji ber xebatên rê yên ku li ser guzergeha Seyrantepe-450 Evler-Fakulteyê dewam dikirin û xebatên di nav zanîngehê de, rastî qelebalixiya trafîkê hatin.
Li ser guzergeha zanîngehê bi kîlometreyan dorê wesayîtan çêbû û namzedên ku hewl didan xwe bigihînin îmtîhanê neçar man ku demek dirêj di trafîkê de bisekinin.
Hinek namzedên ku li navenda Diyarbekirê dijîn jî ji ber heman qelebalixiya trafîkê di gihiştina cihê ezmûnê de zehmetî kişandin. Hinek namzedên ku di trafîkê de asê man û tenê çend deqeyan dereng gihan avahiya ezmûnê, tevî hemû îtirazên xwe jî nehatin wergirtinê.
Piştî mexdûriyeta ku hat jiyîn, li ser navê namzedan ji aliyê Ahmet Tan ve daxuyaniya çapemeniyê hat kirin, kêsûkarên yên ku ji ezmûnê re dereng man jî tiştên ku jiyane anîn ziman û bertek nîşanî rayedaran dan.
"Em dixwazin ji bo namzedên ku dereng man ezmûna duyemîn werê kirin"

Ahmet Tan
Ahmet Tan ê ku li ser navê namzedên ku ji ezmûna DHBTyê re dereng man daxuyaniya çapemeniyê kir, ji bo rakirina mexdûriyeta ku hat jiyîn bang li rayedaran kir.
Tan di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn ziman: "Tevî ku tê pêşbînîkirin ev qelebalixî û astengiya trafîkê dikaribû çêbibe, lê di roja ezmûnê de tu polîsekî trafîkê ku trafîkê birêve bibe, herikînê pêk bîne û ewlehiyê misoger bike li ser tevahiya guzergehê tune bû, ev yek mezinahiya pirsgirêkê zêdetir kir.
Namzedên ku piştî rêwîtiyên dirêj û westîner karîn bigihêjin avahiya ezmûnê, lê ji ber vê bêkoordînasyonê tenê çend deqeyan dereng man, tevî hemû îsrar û lava kirinên xwe ji aliyê mensûbên ewlehiyê ve bi awayekî qutî nehatin wergirtinê. Daxwazên welatiyên me yên ku bi mehan e ji bo vê ezmûnê amade bûn, ked dan û di saetên destpêkê yên sibê de ketin rê, nehatin guhdarkirin û derî li rûyê wan hatin girtin.
Ji ber bêkoordînasyona di navbera saziyan de, xebatên rê yên ku naqedin û tedbîrên trafîkê yên têrê nakin, qebûlkirina vê mexdûriyeta ku bandorê li paşeroja namzedan dike ne pêkan e. Girtina tedbîrên ku di rojên ezmûnê de veguhestina namzedan hêsan bikin, plansaziya xebatên rê û dabînkirina herikîna trafîkê berpirsiyariya bingehîn a saziyên têkildar e. Em diyar dikin ku em ê bibin şopdarên van bûyerên xemgîn ên ku hatine jiyîn, û em rayedaran vedixwînin ku ji bo rakirina mexdûriyetên ku hatine jiyîn û ji bo ku rewşên bi vî rengî dubare nebin, lezgîn tedbîran bigirin."
"Divê ji bo vê derê ji pêş ve tedbîr bihata girtin"

Abdurrahman Yılmaz
Abdurrahman Yılmaz ê ku zarokê xwe ji Çewligê aniye ezmûna DHBTyê, diyar kir ku tevî ku berî saeta ezmûnê ketine rê jî di trafîkê de asê mane.
Yılmaz anî ziman ku ew bi salan e di ezmûnan de görev digire û mudurê dibistanê ye, destnîşan kir ku cara yekem e bi rewşeke bi vî rengî re rû bi rû dimîne û got: "Ez ji Bîngolê hatim. Min zarokê xwe anî. Lê belê tevî ku ez 40 deqe berê hatim jî, vir ji ber qelebalixiya trafîkê ez nizanim ku zarokê min ketiye ezmûnê an na. Li vir gelek welatiyên ku ji derve hatine hene. Kesên ku xwendekarên wan mexdûr bûne hene. Ez bi salan e di van ezmûnan de görev digirim, ez mudurê dibistanê me. Lê belê cara yekem e ez bi rewşeke wiha re rû bi rû dimînim. Diviyabû tedbîra vê ji pêş ve bihata girtin. Dibêjin Xaçerêya Seyrantepê girtî ye. Tevî ku ti alaqaya me bi wê derê re tune bû û em ji guzergeheke cûda hatin jî, dîsa jî ji derveyî zanîngehê dest pê kir û em keti nav trafîkê. Ji ber vê rewşê gelek mexdûriyet hatin jiyîn. Daxwaza me ev e: Ji bo kesên ku nekarîn bikevin ezmûnê, ezmûna duyemîn werê kirin."
"Keça min 2 deqe dereng ma, nehat wergirtinê. Ez mafê xwe li makamên bêberpirsiyar helal nakim"

Mehmet Ak
Mehmet Ak ê ku keça xwe ji navenda Diyarbekirê aniye ezmûnê, diyar kir ku namzedên ku li navenda bajêr dijîn jî ji ber qelebalixiya trafîkê hatine mexdûrkirin û bertek nîşanî rayedaran da.
Ak diyar kir ku komkirina namzedên ku ji bajarên derdorê ji bo ezmûnê hatine di heman navendê de jî qelebalixiyê zêde kiriye û got: "Em ji navendê tên. Em hatin vir, fakulteyê. Hemû ji bajarên derdorê, ji navçeyan in. Hemûyan li fakulteyê bi cih dikin. Tevî ku navend vala ye, tevî ku hemû dibistan vala ne, hemû li hev qermiçandin. Li rêyên fakulteyê xebat heye. Ne wali, ne şaredar, ne ÖSYM, ne rektör... Kesî tevgereke xwe nekir. Koordînasyon sifir e. Ez bi keça xwe re hatim ezmûnê. Keça min li vir e. Negihîşt. Tevî ku 2 deqe dereng ma jî nekete ezmûnê. Em ne tenê ne. Kesên ku mexdûr bûne pir in."
Ak bertek nîşanî rayedaran da û bang kir: "Ez bang li makamên jorîn dikim. Rayedarên Diyarbekirê, yên bajêr; bila wali be, şaredar be, rêveberê emniyetê be, rayedarên din bin... Baş e, we qet ev yek nefikirî, bêyî ku bixebitin, bêyî ku amadekariyan bikin ev zarok, ev mirov li vir kom kirin? Kesên ku ji bajarên derdorê hatine jî li vir kom kirin. Li vir wesayît binav bûn, wesayîtan li hev xistin, qeza kirin. Kes tune ye. Kes li pey nakeve, naseke. Millet li vir hîştine. Emniyetê li vir polîs daniye, rêveberên emniyetê jî li vir in. Ew jî bê guman li vir in. Ew çi dike? Va ye efendim, ez berpirsiyar im, em dereng man. Tiştekî me yê diyar hebû. Heke tiştekî me hebe divê hûn vê mirovî bifikirin. Divê hûn ji bo vê pozîsyona xebatê amade bikin. Em mexdûr in. Ez mafê xwe helal nakim."
"Bila ev ezmûna ku di nav du salan de carekê tê çêkirin, di bajarê her kesî bixwe de bête lidarxistin"

Ahmet Güner
Ahmet Güner ê ku xwendekaran ji gundekî navçeya Qoserê ya Mêrdînê aniye ezmûnê, diyar kir ku ji ber qelebalixiya trafîkê ew rastî astengiyeke mezin hatine.
Güner tiştên ku jiyane bi van gotinan anî ziman: "Em ji gundekî navçeya Qoserê ya Mêrdînê tên. Ji wir heta vir 150-170 kîlometre heye. Me di saetên destpêkê yên sibê de dest bi rê kir. Gelo ev ezmûn nikare li Mêrdînê bête çêkirin? Di nav du salan de carekê tê çêkirin. Ev qas mirov ji bajarên derdorê li vir tên komkirin. Her wiha em rewşa trafîkê jî nizanin. Em ji Mêrdînê hatin vir. Em bi wê hêviyê hatin ku di nava sê saetan de em ê bigihêjin. Dema em hatin ketina bajêr saetek mabû. Ji ketina bajêr heta vir me di deqeya dawî de karî bikevinê.
Xwendekarê min gihîşt lê ew jî li vir bûn mexdûr. Nêzî bîst, sî xwendekarî hene. Ne tenê li vê fakulteyê, li fakulteyên din jî bi heman awayî pirsgirêk hebûn. Heke ji bo xwendekaran ezmûneke zêde (ek) bête çêkirin wê baş be. Di encamê de kesên ku dereng man û nekarîn bikevin ezmûnê neçar in ku du salên din ji bo vê ezmûnê bisekinin."
Wekî beriya ezmûnê, piştî ezmûnê jî ji ber qelebalixiya trafîkê namzed û kesên wan bi saetan nikaribûn ji çoltera zanîngehê derkevin.
Li rampaya Fîskayê jî hat dîtin ku balatayên gelek wesayîtan şewitîne.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.