Li Entabê qamyon û erebe li hev qelibîn: Mirîyek û birîndarek

Hat destnîşankirin ku li Entabê qamyonek li erebeyek qelibî, di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, erebeya bi plaqeya 27 ADM 894 a ku di bin kontrola Ahmet Ç. de bû, li ser rêya Kîlîs-Islahîyeyê li qamyona bi plaqeya 27 AL 122 a di bin kontrola Osman A. de bû qelibî.

Di encama qezayê de şofêrê erebeyê û Ercan Tekînê ku li cem şofêr bû birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin, Ercan Tekîn li cihê bûyerê piştî midexeleya ‘ewil hat rakirin nexweşxaneyê.

Hat îfadekirin ku Ercan Tekîn li nexweşxaneyê digel tamamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku Osman A.yê şofêr jî hat binçavkirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe