Li Entabê qeza: 5 mirî

Di qezaya ku bi şev li Entabê pêk hat de 5 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Qeza li ser rêya balafirgeha Yeşîlkent Mahallesi ya navçeya Şahînbeyê pêk hat. Hat îdiakirin ku wesayîta ku Emre Ö. Têde bû û diçû Entabê ji ber ku windakirina kontrola dîreksiyonê qeza kir. Wesayîteke din a ku di nav de Medal Ehmed (36), Sara Mistefa (32), Abdullah Ehmed (2) hebû û plaqeya wan nehat hînbûn, bêyî ku hay ji wesayîta qezakirî hebe ji paşve li wesayîta qezakirî qelibî.

Kesên ku qeza dîtin ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112’an re rewşê ragihandin. Li ser daxuyaniyê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî herêmê hatin kirin.

Di dema kontrola ekîbên tenduristiyê de welatiyên biyanî Madal Ahmad, Sara Mustafa, Abdullah Ahmad û Parêzer Emre Ö. û Parêzer Dogûkan K. li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan. Polîsan der barê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de varişan biro paka Dicle Roje debi berz biyo
Tiştê ku derman ji jehrê cuda dike doza wî ye
ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"