Li Entabê şerê bi kêr: 1 mirî, 1 birîndar

Li Entabê di navbera du koman de şer derket, kesekî mir, kesekî jî birîndar bû.

Bûyer, li navçeya Bêlqisa Entabê di Taxa Îstasyonê de pêk hat.

Li gorî îddîayan, gengeşîya ku di dema leyîstika zarokan de derket bi beşdarbûna malbatan jî ji şerê bi kêr re vegerîya.

Di bûyerê de A.Ş. û E. Ş. Ji teref mirovê ku nasnameyê wê nehat hînbûn ve hatin kêrkirin.

Mirovên ku bûyerê dîtin ji polês û ekîbên tenduristîyê re xeberê şîyandin.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Polêsê ku hat herêmê li derdorê ewlehîyeke mezin girtin.

A.Ş. û E.Ş. Yên ku di bûyerê de birîndar bûn, ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji nexweşxaneyê re hatin şîyandin.

Hat îfadekirin A.Ş. yê birîndar li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da, E.Ş. jî pişî dermankirinê ji nexweşxaneyê hat derxistin.

2 mirovên ku ji teref polêsan ve hatin tespîtkirin di bûyerê de bûne hatin binçavkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno