Hat ragihandin ku li Erebîstana Siûdê, di derbarê tayînan de ji teref Qral Selman bîn Abdulazîz ve herî kêm 40 qerarnameyên qraliyetê hat weşandin.
Bi qerarnameya nû 2 lawên Qral Selman tayînê wezîfeyên asta bilind hatin kirin. Wek Sefîrê Washîngtonê jî Emîr Halîd bîn Selman bîn Abdulazîz hat tayînkirin.
Her wiha Wezîrê Çandî û Enformasyonê Adîl Tureyfî, Wezîrê Karûbarên Civakî Halîd bîn Abdullah, Fermandarê Hêzên Zemînî Korgeneral Aîd bîn Avad bîn Aîd Eş-Şelevî, Berdevkê Koalîsyonê Ahmed Hasan Asîrî ji wezîfê hatin girtin. Di şûna wan de kesên din hatin tayînkirin.
Her wiha biryar hat dayîn ku Konseya Ewletiya Erebîstana Siûdê were sazkirin û dê Muhammed Gafîlî bibe serokê saziyê.
Her wiha bi qerarnameyê re ji bo wezîrtiyên Teknolojiyên Ragihan û Zanistê, Sekretertiya Giştî ya Lijneya Wezîrtiyê, Sekretertiya Giştî ya Pererazandinê, Sekretertiya Giştî ya Meteorolijî û Ewlehiya Hawîrdor, Midûrtiya Giştî ya Gumrukê, Wezîrtiya Şaredariyan û gelek amîrtiyan tayîn pêk hat.
ÎLKHA