Li Erzîncanê qeza: Pitikeke 10 mehî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn

Hat ragihandin li Erzîncanê di qezaya ku pêk hat de pitikeke 10 mehî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Qeza derdora seat 23.00î de li ser 13emîn kîlometreya rêbeja Erzîncan-Erzurumê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 34 FMY 39 a ku ajokarê wê Muhammed Sefa Aksakal bû û otomobîleke ku plaqeya wê bîyanî bû û ajokarê wê Recaî Tok bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de pitika 10 mehî Beril Aksakal canê xwe ji dest da û ji her du alîyan 7 kes birîndar bûn.Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bendawan de kontrolkerde awe dımeşîyena
Werin em bibin yek û xwe bi benê Xwedê ve girêbidin
Em bêyî şopandina Sunneta Pêxember nikarin bigihîjin tu derê
Ev yekîtî ji bo tevahiya cîhana Îslamê mînakek baş e
Divê demildest ji bo Netanyahu fermana girtinê were dayîn