Li Ewlehiya Stenbolê êrîşa bikêr

Hat ragihandin kesekî ku tê diyarkirin ku DEAŞî ye û hatiye binçavkirin li Midûrtiya Ewlehiyê bikêrê êrîşî polêsekî kir, di encama êrîşê de kesê êrîşkar hat kuştin û polês jî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin doh êvarî polêsan kesekî ku tê  îddîakirin DEAŞî ye binçav kirin û wî birin ewlehiyê. DEAŞê ku hatibû binçavkirin û hat birin Midûrtiya Ewlehiyê ya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê li ewlehiyê bi kêrê êrîşî polêsekî kir. Di encama êrîşa ku hat kirin polês giran birîndar bû.

Polêsê ku giran birîndar bû li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da. Her wiha hat diyarkirin kesê êrîşkar hatiye kuştin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin