Li Ewrûpa Evîna Pêxember

Îsal li Ewrûpa li 10 welatan li nêzî 30 bajaran, fealiyetên pîrozkirina wîladeta pêxemberê me tên lidarxistin.

Îsal li Ewrûpa li 10 welatan li nêzî 30 bajaran, fealiyetên pîrozkirina wîladeta pêxemberê me tên lidarxistin. Di organizeya hefteya wîladeta pîroz de, bernama ewil, li Elmanyayê li bajarê Ludwîgshafinê hat rastkirin.

Gelek muslumanên li ğûrbetê tevlî bernama wîladeta pîroz bûn. Bername bi xwendina Quranê dest pê kir. Bi xeberdan û îlahiyên grûba Wehdetê dewam kir. Mela û xetîbê camiya Kocatepê Ebdurrehman Bayram, xeberdanek kin kir. Dûre Mela Yehya Yilmaz, li ser ehemiyeta bernamê peyivî.

Bernameke din ya wîladeta pîroz jî, li Îngolşîtada bajarê Elmanyayê hat li dar xistin. Bername ji devê Celal Kaloşiyê yekemê dinyê yê xwendina Quranê ve, dest pê kir. Dûre grûba Wehdetê îlahî û helbestên xwe pêş kirin. Bi coşek mezin bername, bi xeberdana Mûrat Korkûtatayê temsîlkarê Yetîm-Dera Ewrûpayê dewam kir. Lêkolînerê siyerê Ehmed Baygin, li ser evîna pêxember, beyanên muhîm diyar kirin. Pey re Mûhammed Dundar, li ser exlaqê pêxemberê me sekinî. Bername bi xwendina duayê bidawî bû.

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar