Li bajarên Gayslîngen û Nurnberga Elmanyayê, bi munasebeta wîladeta pêxemberê me bernameyên mewlûdê hatin lidarxistin.
Li bajarê Gayslîngenê bernama mewlûdê bi xwendina Quranê dest pê kir. Pey hunirandina îlahiyan, mewlûd hate xwendin. Zîwer Aydin bi Kurmancî xeber da. Grûba Komoyê ya tiyatroyê li ser dewra cehaletê şanoyek li dar xist. Grûba wehdetê û grûba qîzan ya îlahiyan, îlahî û helbestên xwe pêş kirin. Çetîn Tûfan xoca li ser heyata pêxemberê me xeber da. Bername bi duayê qediya.
Her wiha li bajarê Nurnbergê jî bernama mewlûdê hate lidarxistin. Pey xwendina Quran û mewlûdê, îlahî û helbest hatin hunirandin. Li ser exlaqê pêxemberê me xeberdan hatin kirin. M. Elî Ateş û Ehmed Baygin li ser wehdeta ummetê jî sekinîn. Pey îlahiyan Celal Koloşiya yekemê xwendina Quranê yê cîhanê, ziyafeteke Quranê diyar kir. Mela Yahya Yilmaz xeberdanek kir. Celal Kaçmaz bi Elmanî behsa heyata pêxemberê me kir. Bername bi xwendina duayê bi dawî bû. bangaheq