Li Ewrupayê di 500 salên dawîn de ziwayîya herî mezin

Resadxaneya Ziwayîya Kurewî, daxuyand ku ji 3 perçeyên Ewrupayê 2yê wî li hemberî ziwayîyeke ciddî ye, ev jî di 500 salên dawîn de ziwayîya herî mezin e.

Li gorî rapora dawîn ya Resadxaneya Ziwayîya Kurewî ya derheqê Ewrupayê de, li parzemînê ji sedî 47 ax ziwa bû.

Li parzemînê ji sedî 17e jî herêmên cihên kesk û şênkatîyê hat sewîyeya alarma “hebûna nîşanên ku zehmetîyê dikşîne”.

Debra garisê ji sedî 16, debra fasûlîya soyayê ji sedî 15 û debra gulberojkê jî ji sedî 12 kêm bûye.

Li gorî raporê hemû çemên li Ewrupayê hinek ziwa bûn e. Hêzê hîdroelektrîkê jî ji sedî 20 kêm bûye.

Keştîyên bin av bûne û ji Herba Cîhana Duyemîn vir ve neatine dîtin jî di çemên ku ziya bûne de xuya bûn.

Di berdewama raporê de hat destnîşan kirin ku li welatên Îtalya, Portekîz, Îspanya, Portekîz, Fransa, Elmanya, Hollanda, Beljîka, Lûksemburg, Romanya, Macaristan, Bakura Sirbistanê, Ukrayna, Moldova, Îrlanda û Îngilistanê rewş zêdetir li ber xirabîyê diçe. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Şirnexê xebat ji bo vekirina rêyên gundan ên ku ji ber berfê girtî bûn, berdewam dike
Ji 3 hezarî zêdetir dar hatin qutkirin
Nan û xwarina germ belav kir
3 wesayît bûn xwelî
Wê li giştîyê welat şilî tinebe