Li Farqînê şer: 6 birîndar

Li Farqîna Dîyarbekirê di navbera gundîyan de ji ber mezrikê şer derket, di encama şerê de mixtarê gund jî di nav de 6 kesan birîndar bûn.

Bûyer, di seat 11.00ê sibehê de li gundê Pîremaya Farqîna Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin nerazîbûna ji ber pengav û mezrikê ji dadgehê re serlêdan hat kirin.

Di navbera gundîyên ku li ber derê dadgehê rastî hev hatin de bi gotinan şer derket û dû re li hev xistin.

Bi midexeleya polêsê şer dawî bû û ekîbên tenduristîyê ên ku hatin cîhê bûyerê, 6 mirovên ku birîndar bûn bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Dr. Yusuf Azîzogluyê.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin û cenderme jî li gund ewlehîyeke mezin stand. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno