Li Fasê burqe hat qedexekirin

Rabat - Li Fasê hilberî, firotin û îthalata burqeyê hat qedexekirin.

Li gor xeberên ku di medyaya Fasê derketine rayedarên dewletê hilberî, firotin û îthalata burqeyê qedexe kirin û dê di nava 48 seatan de stokên ku hene bên tunekirin.

Qerara ku di derheqê burqeyê de hat dayîn bû sedema bertekan. Hat diyarkirin qerara qedexeyê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hatiye dayîn.

Piştî qerarê Wezareta Karên Hundir ê Fasê ji dikan û atolyeyên ku li Tanca, Tatavin, Mertil, Sela, Tarevdanat û Meknesê hilberîna burqeyê dikin re nivîsek şand û destnîşan kir hilberî, firotin û îthalata burqeyê hatiye qedexekirin.

Piştî qerarê rêxistinên Îslamî bertek nîşan dan û destnîşan kirin ev di dahatûyê de ji bo qedexekirina nîqabê teşebûsek e.(ÎLKHA)



 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin