Li Fasê dostên Sûriye civiyan. Di civîne de qirarek muhîm hat dayîn. Koalîsyona muxalefeta Sûriye, mîna tek temsîlkarê meşrû yê welêt hat qebûl kirin.
Di civîna dostên Sûriye de, beyanatek hat îmzekirin. Di beyanatê de wiha hat gotin “Rejîma Sûriye, mûteberiya xwe winda kiriye. Divê Beşar Esad, vekişe quncika xwe û ji dema guherbarê re nebe mani’.”
Piştî dayina van qiraran, wê deng li konseya ewlehiyê ya teşkîlata dewletên Yekbûyî bê kirin ku ji bo qedandina pevçûnên li Sûriyê, dest bi wezîfê bike. Berî niha li Tûnûs, Stenbol û Parîsê jî, ji bo Sûriye konferans hatibûn kirin. Lê civîna li Fasê, civîna cara ewil e ku piştî avabûna koalîsyona mîllî ya hêzên şoreşger û muxalîfên Sûriyê tê li dar xistin.
Lîderê koalîsyona mîllî Mûaz el Xetîb, ji Emrîka xwest ku Cepha Nûsretê ji lîsteya terorê derxe. Xetîb îfade kir ku muxalîfên Sûriye û Îslam li Sûriye di berxwedanê de, faqtorên muhîm in. Di nav hinek partiyan de, nelihev kirin hebe jî, hedefa teva eynî ye. Her wiha lîder Xetîb deng li Nûseyriyan kir ku dest bi bêîtaa sivîlî bikin. Li Sûriye gelek Nûseyrî endîşe dikin ku îktîdar têkeve destê sunniyan, wê heyfê ji wan hilînin.
bangaheq.net