Li Fransayê êrîşa çekdarî li cemaeta mizgeftê hat kirin: 8 birîndar

Li bajêra Avîgnona Fransayê êrîşa çekdarî li cemaeta mizgeftê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de ji cemaeta mizgeftê 8 kes birîndar bûn.

Hat ragihandin li bajêra Avîgnona Fransayê êrîşa çekdarî li cemaeta mizgefta li Taxa Grange d’Orel e hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de ji cemaeta mizgeftê 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin  li bajêra Avîgnona Fransayê di derdora seat 22.30an de  2 kesên çekdar êrîşî  cemaeta Mizgefta Reahmetê kirin, di encama êrîşê de 4 kes birîndar bûn. Her wiha hat diyarkirin kesên êrîşkar poştî ku 50 metro ji cihê bûyerê dûr ketin re di qeta duyemîn a avahiyekê de 4 kesên din jî birîndar kirin.

Ji bo kesên êrîşkar bên girtin operasyon hat destpêkirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dadgehê daxwaza navê Bûlwara Şêx Seîd red kir
Li Meletîyê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar
Li Êlihê "Ji bo kesên hewcedar bibin çavkaniya hêvîyê" kermesek hate vekirin
Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin