Li bajêra Chateau Thierrya Fransayê roja şemîyê kesên nasnameyên wan nediyar di wextên şeveqê de êrîş birin li ser mizgefta girêdayê Komaleya Çandê ya Fasiyan. Di êrîşa ku hat kirin de mizgeft hat şewitandin.
Di daxuyaniya ku ji teref rayedaran ve hat dayîn de hat ragihandin beşa pîrekan a li camiyê zirareke mezin dîtiye û kesên êrîşkar Qur’ana Kerîm şewitandine û avêtine erdê.
Serokê Şaredariya Chateau Thierrya Jacques Krabal di derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Krabal di daxuyaniya ku da de destnîşan kir ew vê êrîşê şermezar dike û ev sûceke ciddî ye û ew ji vê bûyerê zêde nerihet bûye.
Ji teref komîsertiya Chateau Thierryayê ve di derbarê mijarê de lêpirsîn hat dexetpêkirin. (ÎLKHA)