Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li navçeya Gercewsa Êlihê bernameya Wîladeta Pîroz a bi temaya ‘Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ hat lidarxistin.
Di bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Enfa-Derê ve hat lidarxistin de Mela Beşîr Şîmşek axivî. Şîmşek, destnîşan kir ku gor îfadeya Qurana Pîroz Hz Muhammed ji bo ku heq û edaletê tesîs bike hatiye dinê.
Şîmşek, wiha pê de çû: “Îsal wek temaya Wîladeta Pîroz me ji ber vê yekê ‘‘Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed (as)’ bijart; Îro em dibînin ku li her derê dinyayê wekê beriya hatina Pêxemberê me zulm û qetlîamên mezin tên kirin. 24 saet zarok, ciwan û îxtîyar tên qetilkirin. Fitneke mezin belav bûye.”
Şîmşek wiha pê de çû: “Memleketên birayên me yên Misliman tên talankirin û dest li îfetên wan tê dirêjkirin. Dema ku em li vê menzerê mêze dikin em dûçarê rewşa hezar û 400 sal berê bûne. Ji ber vê yekê niha ji xeynî nan, hewa û avê niyaziya me ya zerûrî heq û edaleta Hz Muhammed e. Wek Misliman heta wek hemî mirovahiyê em mihtacê heqî edalet, hizûr û yekitiyê ne.”
ÎLKHA