Li Geverê Êrîş

Êrîş Li Belediya Xirvata Hat Kirin: 3 Kes Brîndar Bûn

Xeberan diyar kir ku mensûbên PKKê li Gevera Colemêrgê, li beldeya Xirvatayê, saet di dehê şevê dê, êrîş birine ser belediyê û înşaata qereqolê. Di êrîşê de 3 karker birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxana Geverê. Rewşa yekî ğeddar e. Li ser hadîseyê operasyon dest pê bû.

Li Sîlopiya Şirnexê, di xeta boriya petrolê ya Kerkûk û Yûmûrtalikê de, şewat derket. Agir bişev bi xeta boriyê ketiye. Ji bo vemirandinê şewatê gelek wesaîtên îtfaiyê sewkî herêma hadîseyê bûn. Der heqê qewimîna şewatê de, agahî nehat dayîn.

Li aliyê din li Tavşanliya navçeya Kutahyayê jî, agir bi daristan ket. Şewat ber bi gundan ve belav dibe. Gundê Çayirolûk hatiye valakirin. Li gund 5 mal û 9 axur şewitîne. Xebatên ji bo vemirandina şewatê, didomin. Li navçeya Îneboluyê, şewata ku qewimî bû, hat tefandin. Di şewatê de 3 hektar arazî şewitî. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Grûba xozan ke kewte merkezê ca bîyê vêniyaye
Îşkenceya li girtîgehên sîyonîstan eşkere kir
Dikandaran derxistin kolanan
5 hezar û 400 şitlê esrarê hatin bidestxistin
Alîkarê fermandarê cendermeyan û jina wî hatin girtin