Piştî pevçûnên ku li navçeya Gevera Colemêrgê derketin re di navbera polês û PKKyîyan de pevçûn derket. Li gelek cihên navçê ji teref kesên PKKyî ve hendek hatin kolan û teqemenî di van hendekan de hatin bicih kirin. Her wiha hat ragihandin ku kesên PKKyî xelkê bi zorê ji malên wan derdixe.
Nîştecihên navçê destnîşan kirin ku ev bû 2 roj dikandar dikanên xwe venakin.Her wiha piştî bûyerên ku duh li navçê derketin re li navçê heta nanvan û dermanxanê jî nehatin vekirin.
Li gor agahîyên ku ji çavkanîyên herêmê hatine bidestxistin li Taxa Ormanê pevçûn û şer piştî nîvro dest pê kirine û heta êvarî jî bi şiklekî tund berdewam kirine. Li navçê ji ber ku hendek hatine kolan, teqemenî hatine bicihkirin û ji ber şer xelk di navbera du agiran de maye. Ji ber van sedeman jî xelk mecbûr dimîne ku malên xwe biterikînin û koçî bajêr û navçeyên derdorê bikin.
“Xelkê navçê di navbera du agiran de ma”
Ji nîştecihên navçê yê ku bi telefonê ji ÎLKHAyê axivî û nexwast navê xwe eşkere bike di derbarê geşedanî û bûyeran de wiha axivî: “Ev bû du roj ku însan bi roj jî nikarin derkevin derve. Nexasim doh ji ber pevçûna firin û dermanxane jî venebûn.Bi taybetî jî li Taxa Ormanê gelek hendek hatin kolan û bombe û teqemenî li van hendekan de hatin bicihkirin.Polês qet nikare têkeve taxê. Xelkê taxê yên ku di navbera du agiran de maye ji taxê bazdidin û koçî derveyî navçê dikin.”
“Navçe bûye mîna salên 90an”
Nîştecih axavtina xwe ya di derbarê rewşa Geverê de wiha da domandin: “ Ji ber wan şer û pevçûnên ku di salan 90an de li navçê qewimîbûn xelk mecbûr mabû ku navçê biterikîne. Îro em heman tiştî dibînin. Jixwe ev bû çend meh ku dikandar mexdûr dibin û zirarê dibînin.Ji ber van sedeman xelk hêvî dike ku berî kêlîkekî ev pevçûn bi dawî bibin.”(ÎLKHA)