Li Ğezzeyê Sivîl Tên Qetilkirin, Deng Ji Dinyê Dernayê

Siyonîst Îsraîla çeta terorê, bi fuzeyan êrîşên xwe yên li Ğezzeyê dewam dike.

Siyonîst Îsraîla çeta terorê, bi fuzeyan êrîşên xwe yên li Ğezzeyê dewam dike. Li Ğezzeyê xanî û bîna xeradibin. Di êrîşên dawîn de bi kêmanî 11 sivîl hatin qetilkirin. Di nav wan de gedekî 4 salî û jineke 81 salî jî hene. Heta niha 37ê wan jin û zarok bi temamî 81 kes hatine şehîd kirin. Zêdetirî 350 kes jî birîndar bûne. Hinek kesên birîndar jî, rakirine nexweşxanên Misrê.

Êrîşên hewayî û behrî yên îşgalkerê Îsraîl, bi qurretî û curretiya  Emrîka û Ewrûpa dewam dike. Di êrîşan de bajarên Ğezzeyê yên li rexê behrê jî, nisîbê xwe girtin. Hinek tesîsên Hamasê jî, hatin bombardiman kirin. Hamas jî, zêdetirî 100 roketên Qasamî avêt hêla Îsraîl. Bi kêmanî 10 siyonîst birîndar bûn. Hamas îddîa kir ku 3 roketan li gemiyeke herbê ya Îsraîlê xistiye.

Rûyê qebîh ya Emrîka eşkere dibe. Serokê Emrîka Barak Obama di ziyareta xwe ya li Taylandê de îfade kir ku desteka wan ya ji siyonîst Îsraîl re, dê bidome û heqê Îsraîl heye ku xwe biparêze. Sekreterê giştî yê teşkîlata dewletên yekbûyî Ban Kî Mûn, ji bo agirbestiyê gaziyê her dû aliyan kir.

Digel îqaza Hamasê ya ku wê ji ber bombardimanên siyonîst Îsraîl nikaribin temînata emniyeta can bidin jî, ji Misrê 350 aktîvîstên ku gelekê wan diktor û siyasetmedar û aktîvîstên aşitiyê bûn, derbasî Ğezzeyê bûn. Hat îfade kirin ku wê aktîvîst, mala Ed Delû ya ku 11 ferdên xwe di êrîşên Îsraîl de windakirine jî ziyaret bikin. www.bangaheq.net

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Tiliya zarokekî qut bû
Li Dîyarbekirê zarokek 3 salî winda bû
3 kes mir, 5 kes jî birîndar bûn
Rêya Dêrsim-Pulurê ew ê ji bo 2-3 rojan ji trafîkê re girtî be
Ew ê li çar alîyê Tirkîyeyê baran bibare