Li Ğezzeyê Stokên Îlacan Qediya

Li Ğezzeya di bin ambargoya Îsraîla rejîma terorê de, kêmasiya îlac û malzemeyên tibbî giha zîrweyê. Hat gotin ku stokên îlacan qedîyane.

Hat ragihandin ku li Ğezzeya di bin ambargoya Îsraîla rejîma terorê de, stokên îlac û malzemên tibbî qediyane. Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê Yûsûf Ebûr Rîyş di civîna medyayî de beyan kir ku li nexweşxaneyên Ğezzeyê, kêmasiyeke mezin a îlac û malzemên tibbî heye, stokên wezaretê qediyane. 

Rîyş wiha got: “Weka hûn dizanin beriya êrîşên Îsraîlê jî, ji ber ambargoyê li Ğezzeyê di sektora sihhetê de gelek kêmasî hebûn. Stokên Wezareta Tenduristiyê hema bêje vala ne. Di heyama êrîşan de malzemên tibbî yên herî basît jî tunebûn û birîndar di bin vê rewşê de dihatin tedawîkirin.” 

Rîyş da zanîn ku ji ber êrîşên Îsraîla siyonîst, kêmasiya îlac û malzemeyên tibbî gihaye heddê dawîn, 27 stokên îlacên sereke û 48 stokên malzemên tibbî yên wezareta sihhetê qediyane. Li Ğezzeyê niha di warê sihhetê de rojên herî dijwar diqewimin. Divê ambargo gavek berê gavekê bê rakirin û ji hatina malzemeyên tibbî re destûr bê dayîn.

Îsraîla melûn di 7ê Temûzê de êrîşî Ğezzeyê kiribû û di encamên êrîşên 51 rojê de, 2 hezar û 149 filistînî şehîd bûbûn, zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûbûn.

Çınarın Sesi

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar