Li Girtîgeha Gemlîkê qedexe hat rakirin

BÛRSA - Hat hînbûn qedexeya rih û xwekirina cil û bergan a li Girtîgeha Gemlîkê ya ku wan rojên borî ÎLKHA anîbû rojevê hatiye rakirin.

Li gor agahiyên ku ji naskiriyên mehkûman hatine wergirtin  berî niha îdareya girtîgehê ji bo mehkûman di warê rih û lixwekirina cilan de qedexenin danîbû.Hat hînbûn ev qedexe hatiye rakirin.

Her weke ku dê  bê bîran berî niha naskiriyên mehkûman di derbarê mijarê de destnîşan kiribûn li girtîgeha ku hemû cûr cil û şepqe serbest e, lixwekirina şalwar û kumikan ji teref îdarevanên girtîgehê ve hatine qedexekirin.Ji ber vê yekê ji vê tewra îdareya girtîgehê malbat bertek nîşan dabûn.

Piştî ku ÎLKHA mijarê anî rojevê re qedexeya ku li girtîgehê dihat tetbîqkirin hat rakirin.Li gor agahiyên ku ji malbatên ku bi naskiriyên xwe re hevdîtin kirine hatine wergirtin îdareya girtîgehê bi mahkûman re hevdîtin kirine û dê ji îro pê ve qedexeyên  wiha neyên tetbîqkirin.

Naskiriyên malbatên mehkûman ji ber ku bi mijarê re eleqedar bûne ji ÎLKHAyê re teşekur kirin û destnîşan kirin ku ew hêvî dikin tiştên bi vî awayî li girtîgehên din neyen tetbîqkirin.(ÎLKHA)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Eke ma Peyamberi de sarın bê, pof de çi de nêpawyê
16 kes birîndar bûn
Divê Misilman ji bo serdestiya dînê Xwedê micadele bikin
Riya xilasiyê ji wehdetê derbas dibe
Ji bilî wehdetê ti çareyek din li ber me tineye