Şehîda mewlûda pîroz Yildiz Araz, ji bona beşdarî mewlûda pîroz a ku li Amedê bibe ji Êlihê birêket û di rêwîtîyê de di qezaya trafîqê de jiyana xwe ji dest da û çû rehma Xwedê. Naskirî û xizmên wê gotin ku, Yildiz Araz ji dil û can evîndara pêxember bû.
“Bi izna Xwedê ez ê di vê rêya bimbarek de şehîd bibim”
Mêrê Yildiz Araz, Feremez Araz di derbarê xanima xwe de wiha got: “ Ev bû 21 sal e ku em zewicîne lê tu carekî jî meylî malê dinyayê nekir. Ez 18 mehan li girtîgehê de û 15 mehan jî li eskerîyê mam; lê belê xanima min rojek jî be gilî ji vê rewşa min nekir. Şehîdbûna wê ya di rêya mewlûda pîroz de hediyeya herî mezin e ku Rebbê min daye min. Xanima min her tim bernameyên mewlûda pîroz dişopand û digot ku bi îzna Xwedê ez ê di vê rêya bimbarek de şehîd bibim. Herî dawî roja şemîyê li min gerîya û ji min xwest ku 'Digel zarokên xwe em biçin geşt û seyranê.' Dema em digel zarokan çûn geştê weke ku roja wê herî dawî bû bi temamê zarokên xwe re fotograf digirt û ji her yekî dixwast ku heqê xwe lê helal bikin. Roja din jî di rêya mibarek de çû rehmeta Xweda.”
“Ez li ser navê Xwedê sond dixwim ku ez ê şehîd bibim”
Dêya Şehîdê Yildiz Araz Ayşete Goçmuş di derbarê qîza xwe de wiha ragihand: “ Dema ku diçû bernameyên mewlûda pîroz her tim digot ku ‘Ez ê şehîd bibim.’ Zarokên wê jî jê re digotin ku ‘Ew ê tu çawa şehîd bibî, tu ji ku dizanî ku tu şehîd bibî?’ zarokên wê ji ber ku hûr bûn ji dê ya xwe re wiha digotin’ Daye,tenê zilam şehîd dibin.’ Qîza min jî wiha bersiva zarokên xwe dide ‘Hz. Sumeyye û Hz Zeyneb şehîd bûne. Ez ê jî şehîd bibim, heke ez şehîd bikevim li pey min negirîn.’ Qîzên wê jî ji dêya xwe re wiha gotin ‘Daye tu çi ma wiha dibêjî, em ê li pey te nagirîn û em ê te tu car ji bîr jî nakin.’ Qîza min jî wiha bersiva wan da ‘Ez li ser navê Xwedê sond dixwim ku ez ê şehîd bibim.”(ÎLKHA)