Li Gor Teleba Ji Natoyê Patriot Tên Tirkiyê

Digel tepkiyên welatên cîran jî, li gor teleba ji Natoyê, patriyotên ku ji Hollandayê hatin şandin, di hukmê du heftan de digihêjin Edenê.

Digel tepkiyên welatên cîran jî, li gor teleba ji Natoyê, patriyotên ku ji Hollandayê hatin şandin, di hukmê du heftan de digihêjin Edenê. Sîstemên parastina fuzeyan yên ku wê Elman bişînin jî, sibê birê dikevin.

Her wiha heyeteka ku ji Hollandayê 30 ji Elmanyayê jî 20 wezîfedarên eskeriyê têdene, ji bo amadehiyên patriyotan sibê tên Tirkiyê. 270 eskerên Hollandayî tê texmînkirin ku wê di 21ê Çileyê de birêkevin û dora salekê li Tirkiye bimînin. Maliyeta mesrefa wan jî dora 42 milyon yuro ye. Di ekîba Elmanyayê de, 220 wesaît û 170 esker hene.

Patriyot li ber bombardimanên teyaran, êrîşên fuzeyan hatine pêşxistin, 5 qat li gor normalê leztir tevdigere û êrîşan bêtesîr dike. Hat gotin ku wê sîstema patriyotan, di serê meha Sibatê de amade bin. Selahiyeta berdana patriyotan, di destê qomandariya hêzên muttefîk yên Ewrûpa de ye. Xwarin û starî û mesrefa eskerên ecnebî yên ji bo patriyotan bên Tirkiye jî, ji teref Natoyê ve tên temîn kirin.

Wekî tê zanîn gava Tirkiyê ji Natoyê patriyot xwestibûn, ji welatên cîranên Tirkiyê tepkî hatibûn nîşandan. Van welatan îfade kiribûn ku wê patriyot tu qenciyê li aştiya herêmê neke.

Bangaheq

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar