Li Guantanamoyê Zulum

Li baregeha Guantanamoya Emrîka, zulm û ta’deya li hêsîrên musluman, dewam dikin. Her wiha greva birçîbûniya mehkûmên musluman jî didome.

Li baregeha Guantanamoya Emrîka, zulm û ta’deya li hêsîrên musluman, dewam dikin. Her wiha greva birçîbûniya mehkûmên musluman jî didome.

Guantanamo, gelek caran bi sitem û zulma li dijî însaniyetê tê rojevê. Eskeriya Emrîka, ji bo greva mehkûman bişkîne, wan bi kursiyan ve girê didin û dixwazin bi zorê xwarinê bidin wan. Ji êrîşa 11ê Îlonê vir ve, ji hemî heq û hiqûqên însanî mehrûm, van mehkûmên musluman perîşan û şerpeze ne. Digel ku saziyên navnetewî beyan dikin û îspat dikin ku, Emrîka neheqî û zulmê li mehkûman dike jî, Emrîka ji kirinên xwe yên xerab nayê xwarê. Ji lew mehkûm ketine greva birçîbûniyê.

Qezeta Îndipendenta Îngîlîz, raporeke ku ji aliyên parêzerên wan ve hatiye hazirkirin weşand. Li gorî raporê, ji 6ê Sibatê vir ve 100 mehkûm di grevê de ne. Kesên pir zeîf bûne, bi kursiyan girê didin û bi tupan dixwazin bi zorê xwarinê bi wan bidin xwarin. Eskeriya Emrîka hejmara mehkûmên di grevê de hindik nîşan dide.

Tê gotin ku 166 mehkûmên di Guantanamoyê de, hê bi sûcek xuyanî nehatina sûcdarkirin, lê zulm û îşkenceyê dibînin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar