Li gundê Botika coşa Mûhemmedî

Platforma Evîndarên Pêxember, li gundê Botika ya ku girêdayÊ Çinara Amedê ve ye bernama mewlûdê li dar xist.

Platforma Evîndarên Pêxember, li gundê Botika ya ku bi ser Çinara Amedê ve ye bernama mewlûdê li dar xist. Di bernameyê de ji seyda û alimên herêmê mela Kerbela Şanli û Ebdulbarî Çelik axifî û îfade kirin ku kesên pişta xwe yanê paşê xwe dane pêxember û evîndarê wî li herdû dinyayê xusran û zelîl mane.

Bernameyên mewlûdê yên ku bi minasebeta wîladeta pîroz ya Hezretî  Mûhemmed s.x.l) tê li dar xistin didomin.

Platforma Evîndarên Pêxember, li gundê Botika bi ser Çinara Diyarbekir ve ye bernameya mewlûdê li dar xist.

Bernameya mewlûdê bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir. Ji seyda û alimên herêmê mela Ebdulbarî Çelîk û mela Kerbela Şanli beşdarî bernameyê bû.

Piştî xwendina mewlûdê, li eşq û evîna pêxember sirud û îlahî hatin gotin. Ji hunermendên ajansa Ozlemê Dervîş Madsor û Bîlal Guler bi sirud û îlahîyên xwe evîndarên pêxamber coş kir.

Mela Ebdulbarî Çelîk di axaftina xwe  de behsa rêbertîya bê mîsal a pêxember kir û da zanîn ku Hezretî Mûhemmed rêber  û pêşengê bê mînak e. Kesên ku neyartîya wî kirin an jî pişta xwe danê li herdû dinya xusran û zelîl mane.

Mela Kerbela Şanli jî li ser qîmet û girîgîya ku Xweda daye pêxember sekinî û behsa eşq û evîna pêxember kir.

Piştî axifandinan, bernameya mewlûdê bi îlahîyên keçikên bi piçûk dewam kir.

Ehlê gund û der û dorê pêwendiyek mezin nîşanî berbameyê dan.

Bernameya mewlûdê bi xwendina dûyê bi dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar