Li Gundê Nêribê Axayo coşa wîladeta pîroz

Di bernameya wîladeta pîroz a ku li Gundê Nêribê Axayoya Hênê hat lidarxistin de Evîndarên Pêxember li hev civiyan.

Bi sedan gundî û kesên ku ji gund  û gundikên derdorê hatibûn beşdarî bernameya Wîladeta Pîroz a ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve hat lidarxistin bûn. Kesên ku beşdarî bernamê bûn bi kelecan û coşeke mezin wîladeta pîroz pîroz kirin.

Di bernameya ku hat lidarxistin de Evdilbarî Çelîkê endamê Îttîhadul Ulema di derheqê girîngîya bernamê de axavtinek û di derheqê exlaq û hereketên Pêxemberê me mînakan da.

Çelîk di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir Hz. Muhammed li dijî zaliman dijmin û li hemberî feqîr û jaran jî bi merhemet bû. Çelîk dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Resûlê Xwedê li dijî zaliman dijmin û li hember feqîr û jaran jî pêxemberek bi merhemet bû. Xweda di Qur’ana Kerîm de dibêje ‘Ey kesên ku îman anîne!Ji bo Xwedê bibin şahid ûji bo Xwedê bila kîn û nefreta we ya li dijî komeke ku hewil dide heq û edaletê li ser piyan bigre nebe sedema bêedaletiyê.’ Em ji Xweda bitirsin, heya bikin û li hember Wî bibin xwedî îffet. Bêşik Xweda adilbûn, kirina qenciyê, silayî rehîm emir dike.Dîsa mena me ji neqencî, munkerat û zilmê dike.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de diyar kir Hz. Muhammed edaletê di şexsê xwe bi xwe tetbîq dikir û li temamê qadên jiyanê bi şexsiyeta xwe dibû mînak.

ÎLKHA



























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de biyayışê 4,4 de erdlerz bı
Li Midyadê di qezaya qamyonê de şofêr jiyana xwe ji dest da
Hest û ramanên saf û paqij ên zarokan têne qirêjkirin
Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin
"Fîloya Berxwedana Cîhanî 2" ber bi Xezzeyê ve diçe