Li Gundê Zokê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê li gundê Zokê ya girêdayê navçeya Dêrika Mêrdînê bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê li gundê Zokê ya girêdayê navçeya Dêrika Mêrdînê bi temaya “Rêberê Heq û Edaletê Hz Muhammed” bernameya Wîladeta Pîroz hat lidarxistin.

Nurettîn Geşgînê ku wek gotarvan beşdarê bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember vê hat lidarxistin bû di derbarê giringiya rojê de axavtin kir.

Geşgîn wiha axivî: “Sedemeke ya ku Xweda me xukq kiriye heye. Xweda, dinyayê ji bo însanan xulq kiriye. Gelo çima însanê xulq kiriye? Xwedê Teala digot ‘ez gencîneke veşartî bûm. Min xwest ku ez wan nas bikim. Ji ber vê yekê min hemî mexlûqatan xulq kir û min însanê jî xulq kir. Bila min nas bikin. Bila nîmetên ku min daye wan bînin bibîranîn.’ Gelî mêvanên Pêxember ên bi qîmet! Nîmetên ku Xweda daye me belaş nîne. Miheqeq bedeleke vê yekê heye. Ew bedel bê gûman îtaeta ji Xweda re ye. Însan çi qas Xweda nas bike ew qas îtaetkar dibe.”

ÎLKHA



























İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin