Li gundekî Helebê 21 kurd hatin kuştin

Li gundekî Helebê 21 kurd hatin kuştin

Heleb (Rûdaw) – Di encama êrişeke li dijî gundekî kurdan ê li Helebê de, 21 kurdan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.

Çalakvanê siyasî û rûniştvanê gundê Tel Eranî yê girêdayî bajarê Helebê yê bi navê Remezan Hacî ji Rûdawê re wiha got: “Duh danê êvarî Artêşa Azad a Sûriyê di dema derbasbûna karwanekî leşkerên rejîma Sûriyê ya li nêzî gundê Tel Eran êriş kir û 7 tank hatin ruxandin. Piştî wê êrişê, firokeyên şer ên Sûriyê gundê Tel Eran  bombebaran kirin. Di encamê de 21 welatiyên gund mirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûn.”

Li nêzî gundê Tel Eran ku piraniya rûniştvanên wê kurd in, artêşa azad a Sûriyê xwest dest dane ser cebilxaneyekî artêşa Sûriyê, lê serneketin.

Endamekî Partiya Berxwedana Kurdistanê ya Rojava jî ji Rûdawê re wiha got: “Di encama şer û pevçûnên artêşa azad û artêşa Sûriyê ya li gundê Tel Hasil ku hemû rûniştvanên wê kurdin, 4 welatî mirine û 41 welatî jî birîndar bûne.”

Gundê Tel Hasil nêzî gundê Tel Eranî yê girêdayî Helebê ye. Zêdetirî 600 hezar kurd li bajarê Heleb û gundên derdora wê dijîn..

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar