Li Hamayê Qetlîam

Hêzên Esed Girte Ser Gundekî:250 Kuştî

Qetlîam û operasyonên hêzên Esed, bi wehşet berdewam in. Rev û veqetînên ji ordiya Sûriye, zalim û xwînxwarê Esed û zilamê wî, hartir dike. Ji ber vê yekê jî, heyfa xwe ji gundiyên reben hiltînin.

Xeberan diyar kir ku, do jî hêzên Esed, girtin ser gundekê Hamayê û bi kêmanî 250 gundî qetil kirin. Gundê Termsiya Hamayê, bi operasyona hêzên Esed, bû gola xwînê. Gelekî wan jin û zarok, bi kêmanî 250 kes bi xwînxwarî hatin qetil kirin.

Teşkîlata şopandina heqên însana ya Sûriye, îddîa kir ku di operasyonên hêzên Esed de, ji ber êrîşên hêzên eskerî û mîlîsên Şebbîhayê, 250 kes hatine kuştin.

Li hêla din, gulla hawanê bi ser girseya di protestoyê de ket. Bi teqînê 8 kes hatin kuştin. Li herêma Berzeya Şamê, millet li meydana bajêr, di ‘aleyhê îdara Sûriyê de, protesto li dar dixist. Di wê hengamê de, bi ser wan de gulên hawanê hat avêtin. Bi kêmanî 8 kes can dan û gelek kes jî birîndar bûn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê 85 kesên ku ji bo tawanên cihêreng dihatin lêgerîn hatin girtin
Masîgirê ji Batmênê dahata masiyan a rojekê bexşî hewcedaran kir
Mijê mejî di payîzê de dikare bê destpêkirin!
Batman de, kavşaxê otogari de qezaya tirî: Yew birindar
Li Cizîrê panela Melayê Cizîrî tê lidarxistin