Li Hatayê Teqîn

Do li Hatayê li gundê Tanişmayê, di depoyeke sotemeniya qaçax de teqîn pêk hat.

Do li Hatayê li gundê Tanişmayê, di depoyeke sotemeniya qaçax de teqîn pêk hat. Hat gotin ku li ser îxbarekê, cendermê girtiye ser malekê. Ji ber operasyona cendermê, hinek qaçaxvan agir bera mazotê didin. Ji lew agir bi malê dikeve. Di depoyê de teqîn diqewime. Di hadîseyê de 10 kes can didin, 3 kes jî birîndar dibin.

Li ser hadîseya teqînê gelek ambulans û ekîbên ewlehiyê sewkî herêmê bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxanan. Li ser hadîseyê lêpirsîn dest pê kir.

Li aliyê din ji gumanbarên hadîseya Reyhanliyê, 3 kesên din jî yên ku dibin çavan de bûn, hatin girtin. Gumanbarek jî piştî îfada li sewcîtiyê hate berdan. 4 kesê din jî xistin bin çavan. Waliyê Hatayê îfade kir ku heta niha 17 kes ketine bin çavan, ji wan 12 kes sewkî mehkemê bûne, 7ê wan hatine girtin, wê 5 kesê din jî sewkî mehkemê bibin û ji bo  dîtin û desteserkirina 4 kesan jî xebat tên kirin. BANGAHEQ

 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezayê Pîran de meseleyî cayê ci de goştarî kerdî
2 mirî, 3 birîndarên giran
Naverokên tundûtûjiyê bandoreke neyînî li ser pêşketina zarokan dikin
Bernameya Mewlûdê hat lidarxistin
Li Kerkûkê qezaya zincîrî: 6 mirî, 16 birîndar